Kalin: Em dixwazin li dijî PKK, PYD û YPGê helwesteke zelal nîşan bidin
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got “Di televizîyona dewletê ya Swêde de hevpeyvîna bi Salih Muslim re hat weşandin. Axavtinên wek ku Tikiye dixwaze Swêdê rehîn bigre kir. Me vê protesto kir û ji aliyê din re jî ragihand. Em dibêjin bi derewên PKK ji PYDê cudaye neyên. Em dixwazin li dijî PKK, PYD û YPGê helwesteke zelal nîşan bidin”
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ji televîsyoneke taybet ya Tirkiyê re endamtiya Swêd û Fînland ya bo NATOyê û egera operasyona li ser Rojava nirxand.
Îbrahîm Kalin da zanîn ku dê Tirkiye, NATO, Swêd û Fînland civîneke bilind lidarbixin û got, ew li bendê ne ku her du welat li dijî YPGê bibin xwedî helwest.
“Em dixwazin li dijî PKK, PYD û YPGê helwesteke zelal nîşan bidin”
Kalin derbarê endamtiya Swêd û Fînland ya bo NATOyê dibêje “Me li Enqere û Brukselê bi muxatabên xwe yê Swêd û Fînladî re 2 civîn pêk anîn. Li ser peywendiya telefonî ya ku duh Serokkomarê me bi Sekreterê Giştî yê NATOyê re pêk anî em dê bi Sedat Onal re biçin Brukselê. Bi ya min mijarên ku me li serê gotubêj kiriye me haniye hate xalekê. Ne mumkin e ku em jê paş de gav biavêjin. Em dê ji vê derê derbasî Madrîdê bibin. Roja Sêşemê li ser daxwaza Sekreterê Giştî yê NATOyê bi beşdarî Serokkomarê me dê lûtkeya Tirkiye, NATO, Swêd û Fînladê bê lidarxistin.
Beşdarbûna vê lûtkeyê nayê wê wateyê ku em dê ji helwesta xwe paşde gav bavêjin. Em danûstendinan dimeşînin. Me bi giranî li hev kiriye, çend mijar hene ku me li serê lihev nekiriye. Sibê eger em li ser van li hev bikin, em dê wisa derbasî Madrîdê bibin. Em ji Swêd û Fînlandiyayê dixwazin ku rasterast li dijî pêkhateyên wek PKK, PYD û YPGê helwesteke eşkere û zelal nîşan bidin. Ev têkiliyên bi PYD û YPG yên li Sûriyê jî li xwe digrin.
“Bi derewên PKK ji PYDê cudaye neyên”
25ê Gulanê roja ku me danûstendinan birêve dibir, televîsyona dewletê ya Swêdê hevpeyvîneke bi Salih Muslim re weşand. Axavtinên wek Tirkiye dixwaze Swêdê rehîn bigre, Swêd dê me nefiroşe kir. Min ji wan re got hûn dizanin ev tê çi wateyê. Dibêjin ku ew PKK wek rêzistineke terorê dibînin. Me ev yek protesto kir û ji aliyê din re jî ragihand. Em dibêjin bi derewên PKK ji PYDê cudaye neyên ba me. Em dixwazin ku paradîgmaya xwe biguherînin.
Ji ber ku em bi hevalbendên xwe yên din ên NATOyê re li ser vê mijarê lihev nakin, em vê yekê her tim tînin ziman. Em ji zimanê NATOyê ne memnûn in. Me got ku hûn tev dizanin PYD, YPG PKK ne, înkar nekin. Her kes dizane ku di nameyên fermî yên Amerîkayê de PYD dirêjahiya PKKê ye.
Helbet wek du hevalbendên NATOyê em dixwazin li ser esasê berjewendiyên xwe yên netewî berdewam bin. Mijarên ku baş dimeşin hene. Meseleyên aborî, mijarên F-16 hene. Mijarên wek FETO, S-400, PYD hene ku em li serê li heva nakin.”
“Dema gef li ser me çêbibe em dê tedbîrên pêwîst werbigrin”
Herwiha Kalin di derbarê egera operasyoneke li ser Rojavayê Kurdistanê de jî wiha got “Niha Amerîka û Rûsya jî ji bo PYD û YPGê bi kar bînin her tiştî dikin. Ew jî dema ku dikevin tengasiyê bi Amerîka û Rûsyayê re bazirganiyê dikin. Rojavayê Firatê ji Rûsyayê re û Rojhilatê Firatê jî ji Amerîkayê re hiştin. Vê yekê niha serokkomarê me ji birêz Putin re dibêje. Me ji Rûsan re ji bo Til Rifet û Minbicê got `hûn dê PYD YPGê ji vê derê derxin.`
Di van 3-4 salên dawî de me li Bakurê Sûriyeyê 3 operasyonên leşkerî yên mezin pêk anîn. Dema gef li ser me hebe nirxandinek tê kirin û tedbîrên pêwîst tên wergirtin. Em tevlî ti karekî ku yekparçeyiya axa Sûriyê binpê bike, nebûn.
Niha ti pêwendiyeke siyasî bi Sûriyê re nîne. Weke ku Serokkomarêê me jî diyar kir, têkiliyên yekîneyên me yên îstîxbaratê dem bi dem hene.”
Rudaw
