• Monday, 23 February 2026
logo

Mistefa Çawreş: Iraq welatekî bê xwedî ye û hêzên wê çavê xwe berdane Kurdistanê

Mistefa Çawreş: Iraq welatekî bê xwedî ye û hêzên wê çavê xwe berdane Kurdistanê

Fermandeyê Yekîneya 70 ya Pêşmerge dibêje, Iraq welatekî bê xwedî ye û hêzên wê jî çavên xwe ji Kurdistanê qut kirine. Ew di wê baweriyê de ye ku divê serkirdayetiya Kurdistanê rûnên û rewşa niha ya Kurdistanê çareser bikin.

Fermandeyê yekîneya 70 ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mistefa Çavreş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Heta niha 3 mûşek avêtine kêlgeha gaza Kormorê, cîgirê serokwezîr, hêzên Pêşmerge, hêzên berevaniya lezgîn, lîwayên Wezareta Pêşmerge û hêzên me li wir bûn ji ber ku ew sînorê desthilata me ya Herêma Kurdistanê ye.”

Fermandeyê hêzên 70 yê YNKê di wê baweriyê de ye ku ew êriş metirsî ye li ser hikûmet û gelê Kurdistanê, her çendî bi fermî ti kesî berpirsatiya wan êrişan negirtiye ser xwe, lê bêguman hin alî li pişt wan êrişan e û Iraq bê xwedî ye û hêzên Iraqî çavên xwe berdane dagirkirina Herêma Kurdistanê

Di berdewamiyê jî de Çawreş dibêje: "Kormor cihekî girîng ê Kurdistanê ye. Em ji şer hez nakin û ne ketine nav axa ti kesî. Ji ber vê yekê divê rêveberiya Kurdistanê rûne û li ser vê rewşa ku min dîtiye bifikire."

Herwiha Çawreş dibêje: ‘’Dadgeha Federalî ya Iraqî her roj bi navê petrol û gazê gefê li Kurdistanê dixwe, lewma divê hêzên Kurdistanî, YNK û PDK ji bo vê rewşê bernameyekê deynin, ji ber ku yên li Iraqê pêşwaziya me dikin û merhebayiyê jî li me dikin dostên kurdan nînin. Tiştekî bê xwestin nehiştin, wan çavên xwe berdaye nefta Kurdistanê, em hîn beşek ji Iraqê ne û em naxwazin bi wan re pirsgirêkên me hebin.

Di berdewamiyê jî de Çawreş dibêje; "Hîn ti tişt li ser Facebookê tiştek derneketiye. Dibêjin şer derketiye û Kormor hatiye girtin. Divê medya bûyerên nebûyî nede û pêşî li derewan bigire. Mûşek hat avêtin wisa dikin ku Kurdistan wêran bûye. Beşek zêde ya medyayê rastiyê belav nake.’’

 

Basnews

Top