• Monday, 23 February 2026
logo

HDP îro 4emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina xwe ya Rihayê saz dike

HDP îro 4emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina xwe ya Rihayê saz dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê îro Yekşemê 26ê Hezîrana 2022an 4emîn Kongreya Asayî ya Rêxistina xwe ya Riha ya Bakurê Kurdistanê saz dike.

HDPê ragihandiye kongre dê demijimêr 10.00an bi dirûşma "Dem dema bihêzkirina xebat û têkoşînê ye" bê saz kirin û dê têde  amadekariyên kongreya giştî ya HDPê bêne gotûbêjkirin.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî di kongreyê de beşdar dibe û biryar e li wir gotarekê pêşkêş bike.

HDPê bi peymekê li ser hesabê xwe yê medya civakî bang li welatiyan kiriye ku beşdarî kongreyê bibin û dibêje: "Li Rihayê dem dema HDP’ê, dem dema bihêzkirina têkoşînê ye. Bi beşdarbûna Hevseroka me ya Giştî Pervîn Buldan, 26’ê Hezîranê, di demjimêr 10:00’an de em hemû gelên xwe vedixwînin 4. Kongreya xwe ya Asayî ya Rihayê."

Ev di demekê de ye pêncemîn kongreya giştî ya asayî ya HDPê 3ê Tîrmeha 2022an li Enqerê tê saz kirin.

HDPê li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêxistinên xwe li ser 7 herêmên hilbijartinê parve kirine. Komîteyên van herêman rojane raporta xwe pêşkêşî komîteya sereke dikin û ev komîte rapora xwe ya heftane amade dike û pêşkêşî encûmena serkirdayetiyê dike. Her wiha dê heta roja kongreya giştî civînên heftane yên hevserokan jî bêne kirin.

 

Rudaw

Top