Serokwezîrê Iraqê serdana Siûdiyê kir
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Siûdiye ye, biryar e îro serdana Tehranê jî bike.
Serokwezîrê Iraqê derengiya şeva Şembiyê 26ê Hezîrana 2022an bi serdaneke fermî gihişte bajarê Cedde yê Siûdiyê û ji aliyê prens Mihemed bin Selman ve hat pêşwazîkirin.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de tenê amaje bi fermîbûna serdanê û gihîştina Mistefa Kazimî bo bajarê Ceddeyê kiriye û ti hûrgiliyên din aşkere nekiriye.
Biryar e Serokwezîrê Iraqê îro Yekşembiyê 26ê Hezîranê serdana Tehranê jî bike.
Ajansa Asociated Press a Amerîkî pêştir ji zarê berpirsekî Iraqî ve belav kiribû ku Mistefa Kazimî dê serdana Siûdiyê û Îranê bike.
Li gor wê ajansê, Kazimî di wan herdu serdanên xwe de dê destpêşxeriyeke nû jibo destpêkirina danûstandinên di navbera Siûdiye û Îranê de pêşkêşî berpirsên herdu welatan bike.
Li gor hin agahiyan, Serokwezîrê Iraqê dê di wê serdana xwe de herwiha mijara hawirdekirina gazê ji Îranê, mijara avê, krîza siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê li gel berpirsên Îranê gotûbêj bike.
Rudaw
