• Monday, 23 February 2026
logo

Li Herêma Kurdistanê tozbarîn dest pê dike

Li Herêma Kurdistanê tozbarîn dest pê dike

Desteya Keşnasî ya Iraqê ragihand, îro piştî nîvro 25ê Hezîrana 2022yan pêleke tozbarînê ya Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Iraqê digre.

Di daxuyaniya Desteya Keşnasî ya Iraqê de hatiye diyarkirin, pêleke tozbarînê ji Mûsilê dest pê dike û piştre Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Tikrît, Enbar, Bexda, Diyala, Kerbela, Babil û Necefê digre û mesafeya dîtinê li çend deveran dê bibe 500 metre.

Desteya Keşnasî herwiha eşkere kir, bandora tozbarînê dê sibe kêm bibe û tê pêşbînîkirin, li çend deverên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê dê baran bibare.

 

K24

Top