• Monday, 23 February 2026
logo

Di Kabîneya Nehem de 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan hatine xerckirin

Di Kabîneya Nehem de 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan hatine xerckirin

Tevî hebûna qeyrana darayî û belavbûna nexweşiya Koronayê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 840 milyar Dînar ji bo 884 projeyan xerc kirine.

Li gor zanyariyên Fermangeha Medya û Zanyariyan, xerciyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di sê salên borî de, bi vî awayî bûn:

Sala 2019: 243 milyar Dînar

Sala 2020: 151 milyar Dînar

Sala 2021: 446 milyar Dînar

Koma Giştî: 840 milyar Dînar

Li gor daneyan, ji meha Tîrmeha 2019an heta dawiya sala 2021ê, koma xerciyên Kanîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di projeyên wiha de bûn:

Rê: 392 milyar Dînar

Şarewanî: 282 milyar Dînar

Elektirîk: 25 milyar Dînar

Saylo: 37 milyar Dînar

Perwerde: 26 milyar Dînar

Nişticihbûn: 25 milyar Dînar

Bendav: 22 milyar Dînar

Sektorên cuda: 31 milyar Dînar

Top