• Monday, 23 February 2026
logo

PKKê li Duhokê gelek cîh mîn kirine

PKKê li Duhokê gelek cîh mîn kirine

Berpirsê ragehandina rêveberiya giştî ya karûbarên mîn li parêzgeha Duhokê ragehand, li parêzgeha Duhokê 775 zeviyên mînkirî hene û heta naha 370 zeviyên mînkirî hatine paqij kirin. Herwaha diyar kir ji sala 2008ê heta 2022yê li Duhokê 113 kes bûne qurbana mîn û teqemeniyan ku ji wan jî 39 kesan canê xwe ji dest dane û 74 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê ragehandin rêveberiya giştî ya karûbarên mîn li parêzgeha Duhokê Rêgir Bêsfikî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji 775 zeviyên mînkirî heta naha 370 zevî hatine paqij kirin û hîn 405 zeviyên mînkirî mane ku dike 32 milyon donim erd û heta naha sedî 39ê wan hatine paqij kirin. Lê hîn gelek cîhên mînkirî nehatina tomar kirin ku piraniya wan li Amêdî û devera Berwarî ne. PKKê jî gelek cîh mîn kirine û me nekariye kar li wan deveran bikin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Tenê li qeza Amêdiyê 298 zeviyên mînkirî hene, li Sersingê 42 zeviyên mînkirî hene, ji wan jî 24 zevî hatine paqij kirin û li Kanî Masî 122 zeviyên mînkirî hene û ji wan 8 zevî hatine paqij kirin. Li Çemankê 52 zeviyên mînkirî hene û ji wan 17 zevî hatine paqij kirin. Li Bamernê 19 zeviyên mînkirî hene ji wan 9 zevî hatine paqij kirin û li Amêdiyê 26 zeviyên mînkirî hene ku tenê 6 zevî hatine paqij kirin û li Dêrelûkê jî 37 zevî mînkirî ne û ji wan ji 14 zevî hatine paqij kirin.’’

Berpirsê ragehandina rêveberiya giştî ya karûbarên mîn li parêzgeha Duhok got: ‘’Çar karmendên mîn li Duhokê di dema şerê terorîstên DAIŞê de şehîd bûn û 6 karmend jî birîndar bûn. Naha du tîm berdewam karê paqijkirina zeviyên mînkirî dikin. Çend roj berî naha zeviyekî mînkirî li Mangişkê hat paqij kirin û dawî bû. Naha dîsa mijûlê hin zeviyên minkirî yên dema rejîma dîktator a Beis a Iraqê ne ku wê rejîmê gelek cîh mînkiribû.’’

 

Basnews

Top