Leşkerekî artêşa Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê hat kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand li herêma operasyona Pence-Kilîd ku dikeve nav axa Herêma Kurdistanê di şerê ligel PKKê leşkerekî artêşa wan hatiye kuştin.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro 22ê Hezîrana 2022an ragihand ku leşkerekî wan di operasyona Pence-Kilîd de hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, gerîlayên PKKê li navçeya operasyona Pence-Kilîdê êrîşî binkeyeke leşkerên Tirkiyê kirine û di encama êrişê de çawuşê pispor Sercan Baş hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de ti amaje bi birîndarbûna leşkeran di encama wê êrîşa PKKê de nehatiye kirin.
Li aliyekî din Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPGê ragihandiye, hêzên PKKê di 48 demjimêrên derbasbûyî de li herêma Zapê çend êrîş li dijî hêzên artêşa Tirkiyê pêk anîne û îdia kiriye ku li herêma Zap û Avaşîn 17 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji 18ê Nîsana 2022an ve operasyoneke nû bi navê Operasyona Pence-Kilîd li navçeyên Zap, Metîna, Avaşîn-Basyan li nav axa Herêma Kurdistanê dest pê kiriye ku heta niha jî berdewam e.
Ji destpêka wê operasyonê ve heta niha, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê canjidestdana 244 gerîlayan û kuştina 29 serbazên welatê xwe ragihandiye. Li beramber jî HPGê kuştina 625 leşkerên Tirkiyê û canjidestdana 41 gerîllayan û qutbûna peywendiya ligel du grûpên gerîlayan ragihandiye.
