• Monday, 23 February 2026
logo

Balyoza Amerîkayê bo xelkê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Balyoza Amerîkayê bo xelkê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir

Balyoza nû ya Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski bi peyameke vîdeoyî ragihand: “Ez kêfxweş im ku li ser kelha ciwan û dîrokî ya li Hewlêrê me.”

Alina Romanowski peyameke vîdeoyî belav kir û tê de ragihand: “Min gelek çîrokên nuwaze li ser Herêma we ya ciwan bîhistiye, di heman demê de jî hûn xwedî çanda pirreng û dewlemend in.”

Romanowski diyar kir: “Ez li hember germî û giyanê mêvandostiya we mat mam, bi kêfxweşî lê dinêrim ku ji nêzîk ve we bibînim û serdana hemû deverên we bikim.”

Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê herwiha di peyama xwe de destxweşiyê li gelê Kurdistanê dike û pesnê giyanê dîrokî yê hevqebûlkirin û pêkvejiyana aştiyane ya gelê Kurd dide.

Alina Romanowski dibêje: “Bi rêya hevahengî û gelek hevbeşiyên navbera me, ji bo pêşvebirina asayîş û aboriyeke bihêztir, ez ê bixebitim.”

Herwiha eşkere dike: “Amerîka û Herêma Kurdistanê bi hev re baştir in û ev jî dê berdewam be.”

Balyoza Amerîkayê di dawiya peyama xwe de jî bi zimanê Kurdî spasiyê dike.

 

K24

Top