• Monday, 23 February 2026
logo

Şanda PDKê bi şanda Îtara Tensîq re civiya

Şanda PDKê bi şanda Îtara Tensîq re civiya

Şanda PDKê li Bexdayê bi şanda tifaqa Îtara Tensîq ya Iraqê re civiya.

Şanda PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî ku bo hevdîtin bi aliyên Iraqî re çûye Bexdayê, îro bi şanda Îtara Tensîq re civiya.

Di civînê de behsa rewşa siyasî ya Iraqê bi taybet vekişîna bizava Sedir ji parlemento û piroseya siyasî hat kirin.

Roja 13 vê mehê rêberê bizava Sedir, Muqteda Sedir bi rengekî çaverênekirî daxwaz ji tevahiya parlementerên xwe kir dest ji endamtiya parlementoyê berdin, wan jî yekser fermana wî qebûl kirin û dest ji parlementoyê berdan.

 

 

Basnews

Top