• Monday, 23 February 2026
logo

Qaymeqamê Şêxanê: Roketek li cadeyeke navçeyê kete xwarê

Qaymeqamê Şêxanê: Roketek li cadeyeke navçeyê kete xwarê

Doh demjimêr 23.00an de roketek li cadeya Simritê ya navenda navçeya Şêxanê ket.

Qaymeqamê Şêxanê Serdar Şêx Yehya ji Rûdawê re ragihand: “Roket bi qasî 100 metre dûrî malan ketiye û ti ziyanên canî çênebûne.”

Qaymeqamê Şêxanê li ser pirsa ku roket ji kîjan alî hatiye avêtin jî got, ew roket ji başûrê bajêr hatiye avêtin.

 

Top