• Monday, 23 February 2026
logo

DMMEyê ji ber dersînorkirina koçberekî Sûrî Tirkiye ceza kir

DMMEyê ji ber dersînorkirina koçberekî Sûrî Tirkiye ceza kir

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ji ber dersînorkirina koçberekî Sûrî Tirkiye ceza kir û biryar da ew koçberê Sûrî bê qerebûkirin.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê roja Sêşembê 21ê Hezîrana 2022ê biryar da ji ber koçberekî Sûrî ligel ku destûra nîştecihbûna wî hebûye bi zorê bo welatî wî hatiye vegerandin Tirkiye bê ceza kirin.

Li gor biryara Dadgehê vegerandina bi zorê ya koçberê Sûrî Muhammed Fevzi Akkad dijî yasayên Tirkiye û Peymana Mafên Mirov a Ewropayê ye û Tirkiye dê 12 hezar û 500 Euro bide welatiyê Sûrî.

Dadgeh di biryarê de dibêje, koçberê Sûrî dema hatiye desteserkirin rûbirûyê kiryarên xirab bûye û li sînor hatiye kelepçekirin û piştre kaxezek pê dane îmzekirin ku bi dilê xwe vedigere welatê xwe. 

Herwiha dadgehê diyar kiriye ku ev tiştên hatine kirin ne li gor maddeya 3emîn e û ji bo vê yekê Tirkiye hatiye cezakirin.

Muhammed Fevzi Akkad di sala 2014an de ligel malbata xwe çûbû Tirkiyê û 19ê Hezîrana 2018an dema xwestibû ji Tirkiyê biçe Yunanistanê hatibû girtin. 

Akkad 21ê Hezirana 2018an jî ji aliyê Tirkiyê ve bo Sûriyê hatibû dersînorkirin.

 

 

Rudaw

Top