Li Wanê erdhej çê bû
Li navenda navçeya Muradiyê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4 pile çêbû.
Rêveberiya Daîreya Erdhejê ya Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan a Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, îro li navçeya Bêgirê (Muradiyê) ya Wanê di demjimêr 10:50an de bi hêza 4 pileyên Rîxterê erdhejek çê bûye.
Li gor AFADê erdhej 10.47 kîlometre di bin erdê de çêbûye.
Rûdana erdhejê di nava xelkê navçeyê de bû sedema tirs û fikaran.
Li parêzgeha Wanê herî dawî di 12 û 16ê vê mehê de erdhej çê bûbûn û berdewamiya erdhejan tirsek mezin xistiye nav dilê xelkê wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê.
Parêzgeha Wanê ketiye ser kembera erdhejê û gelek caran erdhejên bi pileyên navend û mezin li wê herêmê çê dibin.
Rudaw
