• Monday, 23 February 2026
logo

Îranê girtiyekî siyasî yê Kurd bidarve kir

Îranê girtiyekî siyasî yê Kurd bidarve kir

Girtiyê siyasî yê Kurd Fîrûz Mûsalû ku ji ber endambûna di PKKê de hatibû girtin û cezayê darvekirinê li ser hatibû sepandin, li Zîndana Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatiye bidarvekirin.

Girtiyê siyasî xelkê devera Kotolê ya ser bi qeza Kela Xwê (Xoy) ya li parêzgeha Urmiyê bû, Fîrûz Mûsalû temen 31 salî, roja Dûşmbê 20ê Hezîrana 2022an di zîndana navnedî ya bajarê Urmiyê de hatiye bidarvekirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, ew girtî bi nihênî û bêyî agehdarkirina parêzer û malbata wî hatiye bidarvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, biryar bû dosyeya Fîrûz Mûsalû ji bo Dîwana Bilind a Dadweriya Îranê bihê şandin, lê navendên emnî li Urmiyê rê nedane dosye biçe Dîwana Bilind û berê ku pêdaçûn di dosyeya wî de bihê kirin, ew hatiye bidarvekirin.

Hengaw herwiha dibêje, ji roja Şembiyê ve Fîrûz Mûsalû bi hinceta “dîtina komîteyeke dezgeha dadê ji bo pêdeçûna li ser dosyeya wî”, ji qawûşa girtiyên siyasî ya Zîndana Urmiyê hatibû veguhestin.

Fîrûz Mûsapûr endamê PKKê bûye û havîna 2019an li navçeya Serdeştê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve xwe radestî hêzên emnî yên Îranê kiribû.

Piştre ew welatiyê Kurd ku bo qawuşa girtiyên siyasî ya Zîndana Urmiyê hatibû veguhestin, bi tometa Muharebe (Dijatiya li gel Xwedê) cezayê bidarvekirinê bi ser de hate sepandin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd her ji roja girtinê ve heya roja darvekirinê ji mafê derketina bo mal bêpar bûye.

Rêxistina Hengaw têkildarî dosyeya wî girtiyên siyasî yê Kurd dibêje, “Hengaw zêdebarî îdiayên medyayên nêzîk li navendên emnî yên Îranê radigihîne ku di dosyeya Fîrûz Mûsalû de ti pîvaneke dadmend nehatiye bikaranîn û navendên emnî rê nedane ku dosyeya wî bo Dîwana Bilind a Dadê ya Îranê were şandin.”

 

 

Rudaw

Top