Li Tirkiyê 122 hezar Sûrî wenda ne
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ismail Çatakli li parlamentoyê got ku 122 hezar welatiyên Sûrî ku li Tirkiyê hatine tomarkirin wenda ne û ligel ku ev du sal in li wan geriyane ew nedîtine.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Ismail Çatakli derbarê koçber û qaçaxçîtiya mirovan de agahî dan endamên Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoyê.
Çatakli dibêje: “Herî zêde 3 milyon û 760 hezar Sûrî li welatê me hene. Hinek dibêjin 8-10 milyon kes ev ne rast e. Di nav vê hejmara min daye 122 hezar koçber li navnîşanê xwe nehatine dîtin. Ev du sal in em li wan digerin lê me ew li ti cihî nedîtin. Peywendiya wan bi ti saziyekê re çênebûye, ji bo nikaribin karekî fermî bikin me tedbîr wergirtiye.”
Li gor agahiyên Çatakli dane ji 2016an û heta niha 667 hezar û 854 kes derbasî rojavayê Tirkiyê bûne û yek bi yek hatine kontrolkirin û hemû kes hatine tomarkirin. Herwiha di heman demê de 39 hezar û 319 qaçaxçiyên ku koçberan vediguhezînin jî hatine girtin.
Rudaw
