Dadgeha Ewropayê şandina penaxwazekî Kurd bo Rwandayê hilweşand
Biryara grûpa penaxwazên ku Brîtanyayê biryar dabû wan bişîne Rwandayê ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ve hate rawestandin. Şêrwan Celal ê 23 salî yê ji Başûrê Kurdistanê piştî ku gihîşte wir, ji aliyê nobedarên peravê yên Brîtanyayê ve hat girtin û piştî demeke kurt jê re hate gotin ku ew û bi dehan kesên din dê bi firokeyekê ber bi Rwandayê ve bêne şandin.
Ciwanê Kurd Şêrwan Celal ê ku meha borî gihîştibû Brîtanyayê diyar kir ku şans nehat dayîn ku çîroka xwe ji Hikûmeta Brîtanyayê re bêje an serlêdana penaberiyê bike, li şûna wê ew li navendeke desteserkirinê hate danîn û bilêtek ji bo Rwandayê hat dayîn.
Şêrwan Celal duh ji peyamnêra Rûdawê Ala Şalî re behsa rewşa xwe ya navenda desteserkirinê kir û got, “Cihekî metirsîdar bû, nedihîştin ku em bî azadî bêhna xwe jî vedin.” Şêrwan Celal bi kefalet hat berdan lê heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
'Rewşa me ya li girtîgehê gelekî xirab bû'
Şêrwan Celal diyar kir ku li girtîgehê tiryak didin wan û anî ziman, “Rewşa me ya li girtîgehê gelekî xirab bû. Min di jiyana xwe de tiştekî wiha nedîtibû. Ji aliyê derûnî ve zirar didan me. Min gelek caran xwest biçim doktor lê rê nedan. Hebek didan me û piştî du saetan em bêhiş diketin. Nizanim çi bû, ji bo me bêdeng bikin wisa dikirin. Ya ku li me kirin li dijî mirovahiyê bû.”
Geştên 6 kesên din jî hatin betalkirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê roja Sêşema borî diyar kir ku K.N. ê Iraqî divê herî kêm sê hefteyan ji Brîtanyayê neyê derxistin heta biryara dawî bê dayîn. Di dema ku pêvajoya lêkolîna dadwerî ya serlêderê navborî, biryarê rê li ber parêzerên şeş penaxwazên mayî vekir ku daxwazên bi heman rengî bikin û ew di dawiyê de bi ser ketin ku muwekîlên xwe ji firokeyê derxînin.
Karwan Seîd Omer ê bavê 7 zarokan ku 20 sal in li Brîtanyayê dijî, di nav wan kesan de bû ku ji bo Ruanda were dersînorkirin, piştî ku ew ji hemwelatiya Brîtanyayê hat derxistin ji ber kiryareke neqanûnî ku wî nexwest bibêje.
Bi kefalet hat berdan
Karwan û Şêrwan li girtîgeha ku zêdetirî mehekê li wir girtî bûn, dest bi hevaltiyê kirin. Hat diyarkirin, biryar hatibû dayîn ku Karwan ligel 181 Iraqiyên din ji bo Iraqê bên şandin lê piştî ku Bexdayê dersînorkirina wan qebûl nekir, bi kefalet hat berdan.
Karwan Omer got, “Li vî welatî mafên mirovan tune ne. Dema ku hûn derkevin derve dibe ku hûn hest bikin ku mafên mirovan hene lê li girtîgehan mafên mirovan tune ne.”
Ji 181 Iraqiyên ku dê werin dersînorkirin, tenê 3 kes bi kefalet hatin berdan û ji wan 25 Kurdên ku bilêtên firokeyê bo Rwandayê hatibûn dayîn, tenê Şêrwan Celal serbest hat berdan.
Rudaw
