• Monday, 23 February 2026
logo

Welîehdê Siûdiyeyê gehêşte Qahêreyê

Welîehdê Siûdiyeyê gehêşte Qahêreyê

Li gor çapemeniya Misirî duhê bişev Welîehdê Siûdiyeyê Mihemed Bin Selman bi serdaneke du rojî gehêştiye Qahêreya paytexta Misirê û ji aliyê Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî ve hatiye pêşwazîkirin.

Biryare Welîehdê Siûdiye û Serokkomarê Misirê di civîn û hevdîtinên xwe de behsa berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera her du welatan û çend mijarên din bikin.

Weke tê zanîn Welîehdê Siûdiyeyê vê piştî Misirê serdana çend welatên din weke Urdin û Tirkiyeyê jî bike.

Ji aliyeke din ve di destpêka vê hefteyê de Serokê Amerîkayê jî gotibû ku vê serdana Siûdiyeyê bike lê li gel Welîehdê Siûdî nacive.

Top