• Monday, 23 February 2026
logo

Pêşmerge û artêşa Îraqê li ser sê xalan lihev kirine

Pêşmerge û artêşa Îraqê li ser sê xalan lihev kirine

Beriya çend rojan şandeke leşkerî û ewlekarî ya Îraqê serdana Hewlêrê kiribû.

Fermandariya operasiyonên hevbeş ya Îraqê ragihand ku hêzên pêşmerge yên hikûmeta Kurdistanê û artêşa Îraqê li ser sê dosyeyan lihev kirine û hevkariya xwe li dor wan sê dosyeyan zêdetir dikin.

Peyvdarê Fermandariya operasiyonên hevbeş Tehsîn Xefaşcî ragihandiye ku hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê li ser şerê dijî DIŞIê, parastina ewlekariya sînoran û dagirtina walatiya leşkerî li deverên ku dikevin navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge lihev kirine.

Weke tê zanîn beriya du rojan şandeke mezin ya hevbeş ya leşkerî û ewlekarî ya Îraqê serdana Hewlêrê kir û li gel Serok Barzanî, Serokê herêmê, Serokwezîrê Kurdistanê û rayedarên wezareta pêşmerge civiya bû.
 

Top