• Monday, 23 February 2026
logo

Wezîrê Petrola Iraqê: Biryara derbarê petrola Kurdistanê de dê were cîbicîkirin

Wezîrê Petrola Iraqê: Biryara derbarê petrola Kurdistanê de dê were cîbicîkirin

Wezîrê Petrola Iraqê çaverêyî zêdebûna hinardekirina petrola Iraqê ye û ragihand ku dê biryara Dadgeha Federal a di derbareya petrola Herêma Kurdistanê de bi hemû rêyên qanûnî were cîbicîkirin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar diyar kir ku ew li bendê ne hinardeya (îxracata) petrola Iraqê di Tîrmehê de rojane bibe 3 milyon û 850 hezar bermîl û got, Iraq ji sedî sed pabendî rêkeftina OPEC'ê ya derbarê pişkên welatên endam e.

Îhsan Ebdulcebar berî niha ragihandibû ku hinardekirina petrola xam a Iraqê di meha Gulanê de rojane yek 1 milyon û 300 hezar bermîl e.

Wezareta Petrola Iraqê beriya niha di daxuyaniyekê de derbarê mîqdara petrola xam a meha Gulanê de wiha gotibû: "Li gorî îstatîstîkên destpêkê yên şîrketa petrola xam a Iraqê - SOMO, mîqdara petrola xam a di Meha Gulanê de hatiye îxrackirin îsal gihîşt 100 milyon û 563 hezar û 999 bermîl û dahata petrolê gihîşt 11,07 milyar dolarî, cara yekemîn firotina petrolê ji sala 1972an û vir ve xwedî wê dahata darayî ye."

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar amaje bi biryara Dadgeha Federal a Iraqê derbarê dosyeya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê de jî got, biryara meha Sibatê ya Dadgeha Federal ku qanûna petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî dibîne, dê bi hemû rêyên qanûnî û rewa bihê cîbicîkirin.

 

 

Rudaw

Top