• Monday, 23 February 2026
logo

Berpirsekî deriyê sînorî yê Hacî Omeran: Hikûmetê bac li ser hawirdekirina benzînê rakir

Berpirsekî deriyê sînorî yê Hacî Omeran: Hikûmetê bac li ser hawirdekirina benzînê rakir

Berpirsekî deriyê sînorî yê Hacî Omeran ragehand, hikûmetê bac li ser hawirdekirina benzînê ji derve rakiriye û ev jî dê bibe sebeba erzanbûna nirxa benzînê.

Roja 15 vê mehê di civîna encumena wezîran bi serokatiya Mesrûr Barzanî de biryar hatibû dayîn bac li ser benzîna ku ji derve tê Kurdistanê, were rakirin.

Berpirsê pêwendiyan li deriyê sînorî yê Hacî Omeran, Dersîm Dergeleyî ji BasNewsê re got, hawirdekirina benzînê ji derve dest pê kiriye û bac jî li ser hatiye rakirin.

Dersîm Dergeleyî her wiha got, bê guman ev biryara hikûmetê dê bibe sebeba erzanbûna benzînê.

Ev demek e li Herêma Kurdistanê benzîn pir biha bûye.

 

Basnews

Top