• Monday, 23 February 2026
logo

Soylu derbasî Rojavayê Kurdistanê bû: Em li ser projeyek nû dixebitin

Soylu derbasî Rojavayê Kurdistanê bû: Em li ser projeyek nû dixebitin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbasî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bû ku di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de ye û got ku ji bo vegera penaberên Sûriyê ew li ser projeyeke nû dixebitin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana parêzgeha Rihya ya Bakurê Kurdistanê kir û ji wê derê jî ji bo hinek hevdîtinan derbasî bajarê Girê Spî bû ku ji sala 2019an ve di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye.

Suleyman Soylu li Girê Spî di  xwaringehekê de beşdarî civîneke bû û tê de  behsa projeya xaniyan a ku tê plankirin li navçeyê li ser rûberî 1200 donim erd bê çêkirin kir.

Soylu diyar kir ku ew ji bo penaberên ku dixwazin ji Tirkiyeyê vegerin re hêsankariyan dikin û got: “Li Tirkiyê 3 milyon û 700 hezar xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî hene. Em li ser projeyek nû dixebitin da ku bi aramî vegerin herêmên ewle yên wek Til Abyad, (Gire Spî), Resûlên (Sere Kaniye), Ezaz, Babê.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di heman demê de eşkere kir ku ku li Idlibê nêzî 60 hezar xanî çêkirine û wiha got: “Em niha plan dikin ku li Cerablûs, Til Abyad, (Gire Spî), Resûlên (Sere Kaniye), 240 hezar xaniyan ava bikin. Ev dê bi alîkariya birayên me yên misilman û bi alîkariya navneteweyî pêk were. Ew dê ji bo kesên ku bi dilxwazî ji Tirkiyeyê vegerin re were veqetandin. Di nav wan de tesîsên wekî navendên danûstendinê, navendên civakî, navendên tenduristiyê û dibistanan hene.”

Roja 9ê cotmeha 2019an, artêşa Tirkiyê, ligel grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê êrîşî herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kirin. Piştî dagîrkirina herdu herêman, hêzên Tirkiyê û çekdarên opozisyon dest bi girtina welatiyan kirin ku çarenivîsa bi dehan ji wan heta niha ne diyar e û gelek kes jî koçber bûn.

 

Rudaw

Top