• Monday, 23 February 2026
logo

Şandeke Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihişte Hewlêrê

Şandeke Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê gihişte Hewlêrê

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Ebdulxaliq Telet ji K24ê re ragihand, îro şandeke hevbeş a Wezaretên Berevanî û Navxwe û Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêrê.

Şanda Wezaretên Berevanî û Navxwe yên Iraqê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ve hat pêşwazîkirin.

Biryar e şanda hevbeş ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û rayedarên payebilind ên ewlehî û serbazî yên li her du Wezaretên Navxwe û Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bicive.

 

K24

Top