Keçeke Kurd a Êzdî ji Kampa Holê hat derxistin
Mala Êzdiyan a li Herêma Cezîrê bi alîkariya Asayîşa Rêveberiya Xweser keçeke Kurd a Êzdî bi navê Rosîta Hecî Baco ji Kampa Holê derxist.
Li gor daxuyaniya Mala Êzdiyan piştî êrîşa DAIŞê ya li ser Şingalê di Tebaxa 2014an de Rosîta ji aliyê wê rêxistinê ve hatibû revandin û piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê yê parêzgeha Dêrezorê ku pêgeha dawî ya wê rêxistinê bû, ew bo Kampa Holê hatibû birin, lê ji tirsa endamên malbatên çekdarên DAIŞê wê newêrîbû nasnameya xwe eşkere bikira, tevî ku wê gelek caran hewl dabû peywendiyê ligel kesûkarên xwe bike.
Rosîta sala 2006an ji dayîk bûye, 3ê Tebaxa 2014an DAIŞê bavê wê û sê apên wê kuştibûn, dayika wê jî ji ber ku nekeve destê DAIŞê xwe kuştibû û herwiha ew jî ligel xwe biribûn.
Herwiha Mala Êzdiyan da zanîn ku Rosîta Hecî Baco gotiye ku ew dê bi malbata kurê apê xwe yê li gundê Tilqeseb a Şingalê ye re bijî.
Rudaw
