• Thursday, 21 May 2026
logo

Xelkê Sinûnê 4 roj mohlet dane PKKê: Divê ji Sinûnê derkevin

Xelkê Sinûnê 4 roj mohlet dane PKKê: Divê ji Sinûnê derkevin

 Xelkê nahiya Sinûnê ya Şingalê 4 roj mohlet dane PKKê ku baregeh û çekdarên xwe ji devera wan derxîne.

Duhî baregeha PKKê li nav nahiya Sinûnê ya Şingalê de ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hat bordûmankirin. Tê gotin ku gelek kuştî û birîndarên PKKê hene lê PKK vedişêre. Di wê êrişê de herî kêm 2 sivîl jî hatibûn kuştin.

Piştî êrişê xelkê Sinûnê li dijî hebûna PKKê li deverê kom bûn û daxwaz ji PKKê kirin ji devera wan derkeve.

Li gorî agahiyên BasNewsê, xelkê Sinûnê heta roja duşemê (20 vê mehê) mohlet dane PKKê da ku ji Sinûnê derkevin.

 

Basnews

Top