13 projeyên xizmetguzariyê li bajarê Duhokê tên cîhbicîh kirin
Li sînorê serokatiya şaredariya Duhokê, 13 projeyên hemû cureyî yên xizmetguzariyê tên cîhbicîh kirin.
Îro 15.06.2022yê wezareta şaredarî û geştûguzarê daxuyaniyekî de ragehand: ‘’Li sînorê serokatiya şaredariya Duhokê 13 projeyên hemû cureyî tên cîhbicîh kirin, ku proje di warên qîr kirin û çêkirina rê û ava kirina baxçe û pêşxistina rêjeya şînkayî û keskayiyê li xwe digrin.’’
Di beşek din a daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hate kirin ku armanca cîhbicîh kirina karên projeyan, wezareta şaredarî û geştûguzarî li ser dahata şaredariya Duhokê razîbûn nîşan daye ku 295 milyon dînar pare bê xerc kirin.
Herwaha hat aşkera kirin, proje li gor plana sala 2022yê û li gor rêzbendiya plana projeyên şaredariya Duhokê li navenda bajêr tên cîhbicîh kirin.
Basnews
