• Monday, 23 February 2026
logo

PDK pîrozbayî li PDK/S dike

PDK pîrozbayî li PDK/S dike

65 sal beriya niha hatiye damezrandin.

Îro bi minasebeta 65 saliya damezrandina partiya demokrata Kurdistan/ Sûriye, mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî Sekreter, endam û alîgirên vê partiyê kir û salvegera damezrandinê li wan pîroz kir.

PDK di peyama xwe de eşkere kiriye ku PDK/S weke yekem pêngava xebata girseyî beriya 65 salan hatiye damezrandin û yek bûye ji wêstgehên girîng yên xebata siyasî ya gelê Kurd bo bidest xistina mafên reva yên xwe.

PDK herwiha eşkere kiriye ku astengiyên niha yên berdem xebata wan demkîne û vê bikaribin baştir û zêdetir xizmeta doza gelê Kurd bi taybetî li Sûriyeyê bike.

PDK tekez kiriye ku PDK/S bo bidest xistina maf û azadiyên gelê Kurdistanê pêşeng bûye û vê rola xwe ya pêşengiyê bidomîne.

Top