Li ber Navenda Giştî ya HDPê xwepêşandan
Komek ku alayên Tirk hilgirtibûn li ber Navenda HDP'ê ya Enqereyê kom bûn û xwestin Parlamentera DBP'ê ya Amedê Salîhe Aydenîz "protêsto bikin" ku hat îdiakirin ku polîsên ku mudaxeleyî "Meşa Ocalan" a duh li Kadikoya Stenbolê hatibû kirin, bi kulman xist.
Komek ku alayên Tirk hilgirtibûn li ber Navenda HDPê ya Enqereyê kom bûn û xwestin Parlamentera DBP'ê ya Amedê Salîhe Aydenîz ku tê îdiakirin di dema meşa bo Ocalande kulm avêtiye polîs protesto bikin.
Hejmarek rayedar û endamên komele, weqf û konfederasyonan bi malbatên xwe re li ber Navenda HDPê ya Enqerê kom bûn daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Ziya Ozen li ser navê grûpê daxuyaniyê xwend û got “Ev bûyer (îdiaya kulmê) dide nîşandan ku HDP ne partiyeke siyasî ye, ofîsa têkiliyên PKKê ya li Qendîlê ye. yên PKKê şermezar nakin û wê şûm dikin, sebebê sile avêntina polîs in.
Piştî axaftinan çelenga reş li ber avahiyê hate danîn.
Di dema daxuyaniyê de endamên partiyê li baxçeyê avahiya HDP'ê govend gerandin. Li aliyê din polîsan bi sîrena megafonê dirûşmeyên HDP'ê tepisandin.
HDPyiyan komê bi sirûda hilbijartinê ya Kurdî û çepikan protesto kirin. Piştî belavbûna komê, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDPê Feleknas Uca bertek nîşanî polîsan da û got “We ev anîn vê derê.”
Di 5ê Gulana 2022an de jî grûpek li ber Navenda HDPê kombûbûn û xwestibûn çelenga reş li wê derê deynin.
Rudaw
