• Monday, 23 February 2026
logo

Li Kolombiyayê ji ber baran û lehiyê herî kêm 80 kes mirin

Li Kolombiyayê ji ber baran û lehiyê herî kêm 80 kes mirin

Li Kolombiyayê ji ber lehî û şimitîna erdê herî kêm 80 kes mirin.

Ev çend roj in li herêmên Cundinamarca, Antioquia û Santander yên Kolombiyayê baranek tund dibare ji ber wê jî lehî rabûye û li hinek cihan jî erd şeq bûye û şimitiye.

Li gorî agahiyan, ji ber sebebên han heta niha herî kêm 80 kes mirine û gelek kes jî wenda bûne.

Bi gotina berpirsên Kolombiyayê, ziyan gihîştiye gelek gund û bajaran, gelek xanî û avahî wêran bûne ji ber wê jî bi hezaran kes derbider bûne.

Ev rewş her sal li Kolombiyayê dubare dibe.

 

Basnews

Top