• Monday, 23 February 2026
logo

Dosyeya standina parêzbendiyê ji parlamentereke DBPê hat amadekirin

Dosyeya standina parêzbendiyê ji parlamentereke DBPê hat amadekirin

 Wezîrê Dadê yê Tirkiyê ragihand ku dosyeya tawan dijî parlamentereke Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) amade kiriye û îro pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê dike daku parêzbendî jê bê standin û bê dadgehkirin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag di hevpeyvîneke televizyonî de eşkere kir ku Dozgerê Giştî yê Komarî dosyeya tawan li dijî Parlamentera DBPê ya Amedê Salihe Aydeniz amade kiriye, wezaretê jî dosye pesend kiriye û roja 14ê Hezîrana 2022ê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê tê kirin û got: “Piştrast im Komisyona Dadê û komisyonên peywendîdar erkê xwe cîbicîh dikin û di warê yasayî de hemû karên pêwîst dikin bo standina baweriyê. Bi heman awayî Encûmena Giştî û parlamento jî bi dengdanê proseyê yekalî dikin.”

Roja Yekşemê meşek bi serpereştiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê wek nerazîbûnekê li beramber tecrîda ser Ocalan hat kirin. Di çalakiyê de çend caran alozî di navbera parlamenterên HDPê û polîsan de derket. Di nav aloziyê de dibe şerê Parlamentera HDPê Salihe Aydeniz û polîsekî. Ev jî bû sedema nerazîbûnê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê di hevpeyvîna xwe de dibêje: “Parêzbendiya parlamenter tenê bo pîroziya wî erkî hatiye dayîn, ne bo wêya êrîşî polîs bike û bibe mertalek bo berevanîkirina li terorîstan. Rêkarên yasayî li dijî 70ê kesan hatine kirin, 25 kes hatine desteserkirin û kar bo desteserkirina yên din jî tê kirin.”

Her doh Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di gotarekê de got: “Divê ew parlamenter bên dadgehkirin. Di rojekê de ku agirê çar zarokên vî welatê dilê me şewitand, têkdana Kadikoy ji aliyê baskê berdewamiya rêxistina terorîst û êrîşkirina ser polîsên me, herwiha gotina wan sloganên pesnê serdesteyê rêxistina terorîst didin, ji xeynî wêya ku provokasyon e, nebaşî ye jî.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibêje di çalakiyê de polîsan guşar û zexteke zêde li beşdaran kirine û Wekîla Serokê Fraksyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî ragihandibû ku her çiqas polîs hebûn bo Kadikoyê hatibûn şandin.

Li gor amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, di 27emîn Gera Parlamentoya wî welatî de, hezar û 384 dosye bo wergirtina bawerî û standina parêzbendiyê li dijî parlamenteran pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hatine kirin. Ji vê hejmarê 1057 dosye li dijî parlamenterên HDPê hatine tomarkirin. Herwiha bawerî ji sê parlamenterên HDPê bi navên Semra Guzel, Leyla Guven û Mûsa Farisogullari hatiye standin.

 

Rudaw

 

Top