• Monday, 23 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Divê ji bo dabînkirina asayîşa av û xwarekê her hewlek werin dayîn

Mesrûr Barzanî: Divê ji bo dabînkirina asayîşa av û xwarekê her hewlek werin dayîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja duşemê 13ê Hezîranê, di berdewamiya serdanên xwe yên bo wezaret û fermangehan de, serdana Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir û ji aliyê Wezîr Bêgerd Talebanî ve hat pêşwazîkirin.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna wezîr û birîkarê wezaretê û şêwirmend û rêveberên giştî, serperiştiya civîneke Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê kir.

Di destpêka civînê de Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê raportek li ser kar û çalakî û projeyên wezaretê û bername û planên xwe ji bo pêşxistina sektora çandinî û çavkaniyên avê pêşkêş kir.

Wezîra Çandiniyê spasiya Serokwezîr kir ku girîngiyeke mezin dide vejandin û pêşvebirina sektora çandinî û berhemên naxweyî û dabînkirina asayîşa xurekê.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de tevî amajekirina berdewambûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêmê ji bo girîngîdana çandiniyê weke bingeheke sereke bo avakirina jêrxaneke bihêz a aboriyê, ji ber ku Xwedayê mezin sirûşteke ciwan û axeke bihêz daye Herêma Kurdistanê û divê bi awayê herî baş, sûdê jê werbigrin û bixin xizmeta xelkê Kurdistanê û geşpêdana aboriyê.

Serokwezîr tekez kiriye ku divê hemû hewldan werin kirin ji bo dabînkirina asayîşa av û xurekê û piştevanîkirina berhemên navxwe yên cotkarên Kurdistanê, herwiha eşkere kir ku di hemû serdanên xwe yên bo welatên derve û civînên ligel rayedarên payebilind ên wan welatan de, yek ji mijarên sereke yên gotûbêjên wî, girîngîdana sektora çandinî û dîtina bazar ji bo berhemên navxweyî bûye.

Di beşeke din a civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa girîngiya parastina ava bin erdê û girîngîdana bendav û tijekirina wan bi avê û çêkirina bendavên nû kir, ji ber ku bendav ji bilî ku sûdê dide çandinî û berhemanîna elektrîkê, dikarin weke projeya geştûguzariyê jî sûdê jê werbigrin. Loma erkê sereke yê hikûmetê û civak û welatiyan bi giştî, parastina serweta avê ye.

Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi girîngiya zêdekirina rêjeya hêşinahiya li bajaran û liberçavgirtina mercên jîngehê li avahîsazî û parastina daristanan û girîngîdana zêdetir ji bo park û bexçeyan kir weke rêyek ji bo rûbirbûna hişkesalî û guherîna keş û hewayê.

 

K24

Top