Li Rihayê bavekî kurê xwe kuşt
Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bavekî bi çekê li du kurên xwe gule barand û di encam de yekî ji wan canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan, li taxa Yavuz Selîm a ser bi navenda Rihayê di navbera bav û du kurê wî de şerekî bi çek çêbûye û di encam de bav her du kurên xwe birîndar kirine.
Her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê hatine veguhestin lê ligel hemû hewldanan yek ji birîndaran canê xwe ji dest daye.
Birîndarên din li nexweşxaneyê tê dermankirin.
Li gor agahiyan, bavê ku kurê xwe kuştiye ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
