Li Iraqê 4 milyon zarok di bin metirsiya hejariyê de ne
Rêxistina UNICEFê raportek derbrê rewşa zarokan li Iraqê belav kir û daxwaz ji aliyên pêwendîdar dike ku li gel yek kar bikin ji bo ava kirina atmosferekî bihêz bo parastina zarokan li Iraqê. Li Iraqê tê pêşbînî kirin ku 4.5 milyon zarok hene ku piraniya wan di bin bandora milmilane û ji ber şewba vîrusa koronayê di bin metirsiya hejariyê de ne.
UNICEF dibêje: Kar kirina zarokan li Iraqê, di salên borî de ji ber milmilaneya çekdarî û koçberî û têkçûna rewşa aboriya civakî zêde bûye û li gel belavbûna şewba vîrusa koronayê perwerdeya zarokan jî guheriye.
UNICEFê ragehand, bernameyekî pêşxistina çalak bo 3 hezar û 781 zarok û jin û xortên 10 heta 24 salî dbîn kiriye û derveyî çalakbûnê, derbarê yasaya kar û standartên mafên mirov li cîhên kar de jî bernameya perwerdê bo wan cîhbicih kiriye.
Basnews
