• Monday, 23 February 2026
logo

Kerkûk- Ji bo vegerandina cenazeyên 17 Pêşmergeyên li Hewîceyê şehîd bûne xebat didomin

Kerkûk- Ji bo vegerandina cenazeyên 17 Pêşmergeyên li Hewîceyê şehîd bûne xebat didomin

Hejmarek rewşenbîr, nivîskar û parêzerên Kerkûkê ji bo vegerandina termên wan Pêşmergeyên ku li Hewîce ji aliyê DAIŞê ve şehîd bûne, civîneke rojnamevaniyê lidar xistin û daxwaza alîkariyê ji aliyên peywendîdar kirin.

Roja duşemê 13.6.2022 li bajarê Kerkûkê piştî anîna termên wan girtiyên ku ji aliyê terorîstên DAIŞê ve li Hewîceyê şehîd bûne, hejmarek rewşenbîr, nivîskar û hiqûqnas civîneke çapemeniyê li dar xistin û tê de gotin: "Em ê bişopînin da ku cihê cenazeyên şehîdan diyar bibin. Pêşmergeyan vegerînin Kurdistanê.”

Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê jî de hat gotin: "Ji aliyê yasayî ve, em bi niyaz in ku bi rêya dadgehên Iraqê vekolînê li ser vê dosyayê bikin û tawanbaran radestî dadgehê bikin.Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku biçe ser xetê da ku em bi hev re ligel malbatên şehîdên Pêşmerge, aliyên siyasî û hemû aliyên pêwendîdar vê erkê bi cih bînin."

Herwiha hat gotin: "Em ê bi rêxistina UNITADê ya kolandina gorên komî ya Encumena Ewlekariyê ya NY re têkilî daynin da ku werin û vê dozê belge bikin û wê wekî tawanek cîhanî li dijî DAIŞê nas bikin.’’

Di berdewamiya axaftinê jî de wiha hat gotin: “Em dixwazin qerebûkirina malbatên pêşmergeyên şehîd bi vegerandina cenazeyên wan bo Kurdistanê bidin.

Hêjayî gotinê ye ku çend roj berê medyayên Iraqê belav kiribûn ku hêzên Iraqî serkirdeyekî DAIŞê desteser kirine û piştî lêkolînan li gel wî îtiraf li şehîdbûna wan 17 Pêşmergeyan kirine ku beriya niha ji aliyê DAIŞê ve hatibûn girtin.’’

 

Basnews

Top