Li Enqerê baran û lehî: 3 kes mirin
Li paytexta Tirkiyê Enqerê ji ber baran û lehiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan. Saziya Keşnasiyê ragihand ku Enqere wê di bin bandora barana gur de be û ji bo baranê careke din hişyarî da. Herwiha parêzgariya Enqerê jî ragihand ku ji ber barana zêde li hemû saziyên perwerdehiya seretayî û navîn rojekê perwerde hatiye rawestandin.
Beşeke mezin a parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin bandora barana zêde û lehiyê de ne. Enqere bi rojan e di bin bandora baran û bahoza zêde de ye. Ji ber barana zêde hin kuçe û kolan di bin avê de man, wesayît li ser rê man, dar qelibîn.
Parêzgariya Enqerê di derbarê keşûhewayê de daxuyaniyek belav kir û tê de ji bo baran, lehî û bahozê hişyarî da û ji xelkê hat xwestin ku li hember vê yekê tedbîrên xwe werbigrin.
parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn da xuyakirin ku ji ber barana zêde ya ku tê çaverêkirin li bajêr perwerdehî bo 1 roj hat rawestandin.
3 kesan jiyana xwe ji dest da
Herwiha li navçeya Akyutê ya Enqerê ji ber barana zêde lehî rabû û avê avêt mal û kargehan, di ancamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Parêzgarê Enqereyê Vasip Şahîn da zanîn ku yên jiyana xwe ji dest dane yek ji wan bi pêgirtina elektrîkê jiyana xwe ji dest daye. Li taxa Tebrîkê Mustafa Demîr ê 67 salî dema xwest ji lehiyê bireve ji bilindahiyê ket û jiyana xwe ji dest da.
Saziya Keşnasî ya Tirkiyê derbarê 42 parêzgehan de hişyarî da
Rêveberiya Keşnasiyê ji bo îro 13ê Hezîrana 2022ê derbarê 5 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 42 parêzgehan de hişyarî daye û ji welatiyan daxwaz kiriye ku di egera karesatên lehiyê de tedbîrên xwe werbigirin.
Rudaw
