• Monday, 23 February 2026
logo

Yekîtiya Rojnamevanên Alman daxwaza azadkirina rojnamevanên Kurd dike

Yekîtiya Rojnamevanên Alman daxwaza azadkirina rojnamevanên Kurd dike

Yekîtiya Rojnamevanên Alman (DJV) ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz kir ku rojnamevanên li Bakurê Kurdistanê hatine desteserkirin bên azadkirin.

Yekîtiya Rojnamevanên Almanî (DJV) ku li Ewropayê rêxistina herî mezin a rojnamevanan e û nêzîka 30 hezar endamên wê hene derbarê rojnamevanên Kurd ên li parêzgeha Amedê hatibûn desteserkirin de daxuyaniyek bi navê “Nêçîra Rojnamevanan” belav kir.

Serokê Yekîtiya Rojnamevanên Almanî (DJV) Prof. Dr. Frank Uberall dibêje desteserkirina rojnamevanan nîşaneya xet û polîtîkayên Serokê AKPê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan in ku ragihandinê wek dijmin dibîne û rê nade dengên serbixwe û ji hikûmeta Tirkiyê daxwaz kir ku demildest rojnamevan bên azadkirin.

Yekîtiya Rojnamevanan di daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dide ku rojnamevan ji ber rexneyên li hikûmeta Tirkiyê girtine hatine desteserkirin û ew jî zêdebûne guşarên ser rojnamevanan nîgeran in. Herwiha tê gotin ku di rojên dawî de hikûmeta Tirkiyê kanalên rojnamevanên li derveyî Tirkiyê digire û guşarên ser wan jî zêde  kirine.

Herwiha li gorî agahiyan li rojhilatê Tirkiyê zêdetirî 20 rojnamevan ji aliyê polîsan ve hatine girtin. Derbarê girtina wan de ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve ti piştrastkirina wan nehatiye kirin û ne jî sedemên çalakiya ku li dijî rojnamevanan hatiye kirin ji bo sehneya Kurdî hatine destnîşankirin. Serokê DJV Frank Uberall got "Ev bi kursa Erdogan a dijî medyayê re têkildar e, ku wî bi salan dengên serbixwe ditepisîne." Ji ber vê yekê daxwaz dike ku demildest rojnameger bên berdan.

Serokê DJVê diyar kir ku zordestiya ku ji nû ve tê kirin, dibe ku bandorê li têkiliyên Alman-Tirkiyê bike û daxwaza dike "Divê hikûmeta federal ji Serokomarê Tirkiyeyê re eşkere bike ku nêçîra rojnamegeran ne sûcekî biçûk e."

Hêzên Ewlekariya Tirkiye di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022ê li Amedê bi operasyoneke hemewext bi ser gelek malan de girtin û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de 21 rojnamevan hatibûn desteserkirin û dema wan a desteserkirinê hatiye dirêjkirin ku 6 roj in di bin çav de ne.

 

Rudaw

Top