• Monday, 23 February 2026
logo

Erdogan: Kê ji were got çekên xwe hilgirin û proseya çareseriyê bi dawî bînin

Erdogan: Kê ji were got çekên xwe hilgirin û proseya çareseriyê bi dawî bînin

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bo beşdariya hin merasîman roja Şemiyê 11ê Hezîrana 2022an serdana Wan a Bakurê Kurdistanê kir.

Ligel Erdogan, Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay, Wezîre Navxwe Suleyman Soylu, parlementerên Wanê û şaredarên bajarên derdora Wanê yên AKPê hatin Wanê. Erdogan li qada mîtîngê a beşyolê gotarek pêşkeş kir û bi awayekî ne zelal rexne li HDP kir û got, “Kê ji were got carek din çekên xwe hilgirin û proseya çareseriyê bi dawî bînin.”

Her wiha Erdogan li ser qeyrana aborî jî got, “Em dizanin ku kêşeyên aborî hene lê ev kêşe li hemû cîhanê hene.”

Erdogan bal kişande ser hilbijartinên 2023an û ji xelkê Wanê daxwaza dengên wan kir û got divê encama sindoqan bi dilê me be.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan piştî nêzîkî du salan serdana Wanê kir û beşdarî vekirina merasîma zêdetirî 150 kargeh û projeyên xizmetguzarî û vekirina destpêkirina hin projeyan bû.

Berî hatina Erdogan sûk û kolanên Wanê bi alayên Tirkiyê û flamayên AKPê û wêneyên Erdogan hatin xemilandin û li cîh cîh bajêr jî nivîsên Kurdî ji bo pêşwazîkirina Erdogan hatin daliqandin. Ji bo Erdogan ne tenê ji Wanê ji bajarên derdorên Wanê jî girseyeke qelebalix li qada mîtîngê a Beşyolê kom bûn.

Şofêr Mihemed Welat anî ziman, “Millet ji birçîbûna dimirin. Nexasim jî mazot. Nirxê mazotê bi xwe yê gelek baş be.”

Bêkar Ehmed Çîftçî got, “Hêvî û daxwaza min ji serokkomar ev e, em dibêjin em nikarin tiştek bistînin, em derdê xwe jê re dibêjin.”

Dilgeş Ozdemîr anî ziman, “Niha li nava bajêr bigere ji sedî 90ê xelkê betal in. Kar nîn e.”

Bêkar Mûrat Ozdemîr got, “Millet hemê perîşan in. Ka li millet binêre kî dikare 2 nanan bibin mala xwe. Li millet binêrin ne hizûr maye, ne jî tiştek. Ne karek ne emelek heye. Millet hemû mane bêkar.”

Erdogan li qada mîtîngê gotarek pêşkeş kir. Erdogan di gotara xwe de bi awayekî ne zelal rexne li HDPê kir, amaje bi hilbijartinên 2023an kir û ji Waniyan daxwaza serkeftina di sindoqan de kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bang li Waniyan kir û got, “Ji ew ên ku nasnameya we îstîsmar dikin we kî li ku dît bi wan bigirin û jê bipirsin, ji wan bipirsin bêjin, kê ji were got carek din çekên xwe hilgirin û proseya çareseriyê bi dawî bînin. Ji wan bipirsin bêjin kê ji were got dakevin kolana û xwîna begunehan birjînin û welat tevlihev bikin. Ka em binêrin wê çi bersivê bidin we.”

Alîgirên AKPê jî ji hatina Erdoğan û ji peyamên wî razî man.

Kebanî Hatîce Merhem nêrînên xwe anî ziman, “Zehf sipahî axivî,em ji hatina wî gelek memnûm bûn.Yanî înşelah ew tiştên ku em doxwazin ew jî li gel me ye.”

Mele Mihemed Saymaz got, “Ew di heqê şerîetê de ehlê dînî ye, ehlê misilmanîyê ye. Ehlê saxlemîyê ye ehlê millet e, em hemû jê hez dikin, Xwedê alîkarê wî be.”

Xanenişîn Mecît Taştan anî ziman, “Tabî hin tiştên ku dibêje nake.”

Wan bi milyonek û 125 hezar nifûsa xwe bajarê herî mezin ê Serhedê ye û bajarekî sînorîye. Bi van şertên erênî Wan gelek derfetên mezin ên kar li xwe digire lê tevî vê yekê yek ji bajarên ku rêjeya bêkariyê lê herî zêde ye jî wan e, li gor nêrîna xelkê derfetên heyî baş nayên bikaranîn ji ber wê jî hêviya Waniyan a ji serdena Serokkomarê Tirkiyê Erdogan zêdetir di derbarê ragihandina mizgîniya ragihandina avakirina derfetên kar de bûn.

 

Rudaw

Top