• Monday, 23 February 2026
logo

Bo 34 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyari hat dayîn

Bo 34 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hişyari hat dayîn

Li gor rapora pêşbîniya keşûhewayê ya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiye dê li beşeke zêde ya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare. Rêveberiya navborî ji bo îro derbarê 3 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 34 parêzgehan de hişyarî daye û ji welatiyan daxwaz kiriye ku di egera karesatên lehiyê de tedbîrên xwe werbigirin.

Li seranserê Tirkiyê û beşek ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çend rojên dawî de baran dibare û lehî çêdibin û ew lehî dibin sedema ziyanên canî û maddî.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiye raporeke 5 rojan a derbarê pêşbiniyên keşûhewayê de belav kiriye û dibêje: “Baran dembidem dê li seranserê welat bibare.”

Rêveberiya navborî ji  welatiyan daxwaz dike ku pêşbîniyên derbarê keşûhewayê de li ber çav bigirin, wan bişopînin û derbarê egera lehî û her karesateke xwezayî de tedbîrên pêwîst werbigirin. Keşnasiya Tirkiyê ji bo îro 12ê Hezîrana 2022ê derbarê 3 jê parêzgehên Bakurê Kurdistanê, 34 parêzgehan de hişyarî daye û ji welatiyan daxwaz kiriye ku di egera karesatên wek lehiyê de tedbîrên xwe werbigirin.

Parêzgehên ku derbarê wan de hişyarî hatiye dayîn ev in Erzerom, Qers, Erdexan Edene, Amasya, Afyonkarahîsar, Enqere, Balikesîr, Bîlecîk, Bolu, Bursa, Çanakkale, Çankiri, Çorum, Edîrne, Eskîşehîr, Stenbol, Kastamonu, Kayserî, Kirklarelî, Kocaelî, Konya, Kutahya, Nigde, Ordu, Sakarya, Sînop, Tekîrdag, Tokat, Zonguldak, Bartin, Yalova, Karabuk û Duzce.

Ev di demekê ye 9ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê piştî baraneke zêde û teyrokê zerareke zêde ya maddî gihiştibû xelkê parêzgehê û piraniya berhemên wan ên çandiniyê ji nav çûbûn. Herwiha doh 11ê Hezîrana 2022ê li Enqereya paytexta Tirkiye jî piştî baraneke zêde cade û kolanên bajar di bin lehiyê de mabûn û kesekî canê xwe ji dest dabû û kesek jî heta niha wenda ye.

 

 

Rudaw

Top