• Monday, 23 February 2026
logo

Husên: Îranê ti belge li ser hebûna Mossada Îsraîlê li Hewlêrê pêşkêş nekirine

Husên: Îranê ti belge li ser hebûna Mossada Îsraîlê li Hewlêrê pêşkêş nekirine

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên tekez dike, Îranê ti belge li ser hebûna Mossada Îsraîlê li Hewlêrê pêşkêş nekirine.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di hevpeyvînekê ligel kenala “Dîcle” a Iraqî de ragihand, “Şanda Îraqî bi serokatiya min ligel Şêwirmendê Asayişa Nîştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî, ligel şandeke leşkerî serdana Îranê kir, da ku çend pirsan derbarê êrîşa mûşekî Îranê li ser Hewlêrê bikin.”

Got jî: “Aliyê Îranî Bexda agahdar kir ku Mossad mala ku li Hewlêrê bûye armanca mûşekan bi kar tîne, bêyî ku ti delîlên berbiçav û zelal di vê derbarê de pêşkêş bike.

Mala li Hewlêrê hatiye armanckirin
Wezîrê Derve yê Iraqê got jî: “Ji me re seyr e, ji bo çi Îranê ji bo bersivdana Îsraîlê, êrîşî Herêma Kurdistanê! Nabe ev bûyer dubare bibe.”

Fuad Husên amaje bi wê yekê jî kir ku Iraqê nerazîbûna xwe li hember van kiryarên Îranê ragihandiye û got: “Eger li cem Îranê zanyariyên li ser bikaranîna wê mala li Hewlêrê ji aliyê Mossadê ve hebûn, çima pêştir aliyê Iraqî agahdar nekiriye?”

Roja 13 Adara 2022an maleke sivîlan li nêzîkî avahiya kenala Kurdistan24ê bi 12 mûşekên Ballistic yên dûravêj hat aramanckirin û di encamê de ziyanên madî yên mezin gihîşt wê xaniyê û welatiyekî sivîl bi sivikî birîndar bûbû. Îranê berpirsatiya xwe di ber wê êrîşê de ragihand û bihane girt ku wê baregeheke Mossad Îsraîlê kiriye armanc.

 

K24

Top