• Thursday, 21 May 2026
logo

Li Erzeromê welatiyek 65 sal in berxên sêwî xwedî dike

Li Erzeromê welatiyek 65 sal in berxên sêwî xwedî dike

Selamî Yilmaz 73 salî ye û niştecihiyê parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ye. Ew ji 8 saliya xwe ve berxên 2 heta 3 mehî  ku dayikên wan mirine dikire û wan li malê bi şîr xwedî dike. Ev jî yek ji wan berxan e ku niha bi hest û dilsozî xwedî dike.

Xwedîkirina wî hinekî cuda ye lewra ew kêliyekê jî ji berxa xwe dûr nakeve. Sûk, kolan û bazar biçe ku wê bi xwe re dibe. Berxik êdî ji wî re bûye rêhavelek û ji ber vê yekê jî li bajêr weke kalê bi berxik tê naskirin.

Welatî Selamî Yilmaz got, “Ji ber ku dayika wê nîne em bi şîr xwedî dikin. Piştre  ew fêrî min dibe. hestekî weke dayik û bav di navbera me de çêdibe. Tu bixwe qet nikarî wê serjêbikî. Ev hezkirin tiştek cuda ye.”

Yilmaz berxika xwe weke mirovan fêrî liv û tevgeran kiriye. Bi aweyekî dema glopa sor a trafîkê pêdikeve ev berx jî weke wî radiweste. Piştî glopa kesk pêket her du bi hev re derbasî aliyê din dibin. Dema li nav parkên parêzgehê bêhna xwe vedidin jî, giya û çêreya parkan xwarina sereke ya berxika wî ye.

Welatî Selamî Yilmaz anî ziman, “Dema ez li trafîkê radiwestim ew jî ligel min radiweste. Em serê sibehan û êvaran dema hewa hênik dibe dimeşin.”

Xelkê nav bajêr jî dema berxikê dibînin pê kêfxweş dibin. Bi taybet zarok pê re dilîzîn û coş û kelecaneke zêde li cem wan çêdibe.

Welatî Selamî Yilmaz diyar kir ku zarok gelekî ji berxê hez dikin û got, “Dema em digerin zarok jê hez dikin û bi hestekî cuda nêzîkî wê dibin. Xwendekar û zarok wêneyên wê digirin.”

Selamî Yilmaz bavê 7 zarokan e û salane 4 heta 5 berxan bi vî awayî xwedî dike û piştî ku mezin dibin wan difiroşe. Ew 65 sal in vî karî dike lê bi gotina wî ew êdî nikare ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristî berdewamiyê bi vî karî bide û ev sala dawî ye ku berxikên sêwî xwedî bike.

 

Rudaw

Top