Bi serpireştiya Nêçîrvan Barzanî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dicivin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serpireştiya civîneke aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike û Nûnera Netewên Yekbûyî li Iraqê jî di civînê de amade dibe. Hilbijartinên Kurdistanê mijareke sereke ya civînê ye û daxwaz hatiye kirin di asteke bilind de berpisên partiyan beşdar bibin.
Endamê serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Hisên dibêje, PDK di civînê de amade dibe û tekez dike, “Tekez PDK ji bo çareserkirina her pirsgirêkekê ku li pêşiya hilbijartinan bibe asteng amade ye.”
PDKê bo aliyan pêşniyar kiriye ku di vê gerê de guhertin di qanûna hilbijartinan de neyê kirin, lê belê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi vê pêşniyarê razî nîne.
Seidî Ehmed Pîre, endamê Polîtboruya YNKê dibêje, “bo hilbijartinên Iraqê û Kurdistanê du lîsteyên dengderên Herêma Kurdistanê hene û divê ev yek bê çareserkirin.”
Pîre derbarê kursiyên kota yên pêkhateyan jî dibêje, “çê nabe partiyek bi dengên herî kêm kursiyekê li ser navê kota bidestbixe.”
Îro Pêncşembê 9ê Hezîrana 2022 civîna aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li baregeha Serokatiya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.
Destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û civîn û hevdîtinên wî li gel aliyên siyasî bandorek erênî li atmosfêra siyasî ya Herêma Kurdistanê kir, bi awayekê ku him civînên Parlamentoya Kurdistanê destpê bûn û him tevgera partiyan ligel hev hat guhertin.
Rudaw
