284 projeyên hilberînê li Duhokê bi 6 milyar û 500 milyon dolar pare ve tên bicîhanîn
Rêveberiya giştî ya hilberîn ango weberhênan a Duhokê ragehand, naha 284 projeyên hilberînê li Duhokê bi 6 milyar û 500 milyon dolaran ve tên bicîhanîn.
Rêveberê giştî yê hilberînê li parêzgeha Duhokê Kurdo Îhsan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji wan 284 projeyan bi giştî 74 proje hatine temam kirin. Ewên din jî berdewam in û kar li ser tê kirin. 36 proje jî ji ber pêbendnebûna hilberîneran hatine hilweşandin.’’
Herwaha got: ‘’Rêjeya herî zêde ya wan projeyan ketine sînorê qeza Sêmêlê, ku 113 proje yên hilberînê ne û 100 proje jî li Duhokê tên çêkirin. Herwaha 36 proje li îdareya serbixwe ya Zaxo û 14 proje jî li qezaya Amêdî û 11 proje li qeza Akrê û Berdereş tên bicîhanîn. Li qeza Şêxanê jî yek projeya hilberînê tê bicîhanîn.’’
Derbarê pareyê ku ji bo wan projeyan bikartê de jî, rêveberê giştî yê hilberînê li Duhokê aşkera kir: ‘’Pareyê ku ji bo wan projeyan hatiye cuda kirin, 6 milyar û 500 milyon dolar e û ji wan 284 projeyan 10 proje yên xelkê biyanî û pênc proje jî projeyên hevbeş in. Hemû yên din ji aliyê hilberînerên navxwe de tê bicîhanîn.’’
Kurdo Îhsan amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo zêdetir pêşxistina hilberînê li sînorê parêzgeha Duhokê, rêveberiya profîla hilberînê li ser asta qezayan amade kirine, ji bo ku li gor pêwîstiya xelkê navçeyê molet ji projeyan re bidin û projeyên hilberînê bên dabeş kirin û ew cîhên ku projeyên hilberînê lê kêmin jî dê projeyên zêdetir li wan deveran bên dirust kirin.
Derbarê projeyên temambûyî de jî got: ‘’74 proje temam bûne û yên din jî kar li ser tê kirin. 36 proje jî ji ber pêbendnebûna hilberîneran hatine hilweşandin. Kar li ser wê yekê jî tê kirin ku ew projeyên tên çêkirin de xelk jî xwe têde bibînin û sûd jê wergirin. Wek parka giştî ya Duhokê û projeyên geştyarî, herwaha projeya çandinî û kiştûkal li qezayên Berdereş û Şêxanê giringî jê re hatiye dayîn, li gel hejmarek projeyên din, hemû hewl jî bo wê yekê tê dayîn ku bingehê aboriya Herêma Kurdistanê bihêz be.’’
Basnews
