• Monday, 23 February 2026
logo

Îro PDK û YNK li Hewlêrê dicivin

Îro PDK û YNK li Hewlêrê dicivin

 Biryare îro PDK û YNK li Hewlêrê dê bicivin.

Îro 07.06.2022yê Dezgayê Helbijartina PDKê û Dezgayê Helbijartina YNKê li binkeyê Dezgayê Helbijartina PDKê li Hewlêrê dicivin.

Derbarê naveroka civînê de peyamnêrê BasNewsê ragehand, civîn ji bo gotûbêja li ser mekanîzmayên çalak kirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê û zelal kirina yasaya helbijartin û encamdana helbijartina Parlamentoya Kurdistanê ye.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê çalak kirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartin û Rapirsî ya Herêma Kurdistanê û yasaya helbijartin û encamdana helbijartin di dema xwe de pêkbên nêrîn cuda ne, bendewarî hene ku PDK û YNKê bi rêkeftinê vê pirsê zelal bikin û li Parlamentoya Kurdistanê bi yekdengî bê pejirandin.

 

Basnews

Top