• Monday, 23 February 2026
logo

Li Efrîn û Marihê dijî Tirkiyê dîsa xwepêşandan birêve çûn

Li Efrîn û Marihê dijî Tirkiyê dîsa xwepêşandan birêve çûn

Xwepêşandanên li dijî Tirkiyê ku roja Înê li Efrînê û derdora wê li hemberî bihabûna elektrîkê destpê kiribûn şeva bihurî careke din li bajarên Efrînê û Marih birêve çûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Efrînê belav kirine ku şeva borî careke din li Marih hejmareke xelkê derketin cadeyan û derbarê rewşa xirab û nebûna elektrîkê nerazîbûnên xwe nîşandan.

Biryar e îro duşemê careke din Komîteya hevbeş ya vegerandina mafan li Efrînê û saziya elektrîkê û Waliyê Efrînê bicivin û xalên ku li ser li hev kiribûn, ku di nav de baştirkirina bilez ya elektrîkê û pêdaçûn bi nirxê wê yên ku ji bo xelkê gelekî giran e gotûbêj bikin.

Roja Înê li Efrînê û çend navçeyên din yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de xwepêşandanên berfireh dest pê kiribûn, li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê avahiya saziya elektrîkê hatibû şewitandin û di çalakiyan de kesekî canê xwe ji dest dabû û 3 kes jî birîndar bibûn.

Herwiha di xwepêşandanan de dirûşmên li dijî Tirkiyê yên wek `Sûriyê Azad e, Tirkiyê derkeve derve` hatin avêtin.

 

Rudaw

Top