• Monday, 23 February 2026
logo

Ciwan Rojbeyanî: Biryara dadgeha Kerkûkê ya dijî Rêbuwar Talebanî siyasî ye

Ciwan Rojbeyanî: Biryara dadgeha Kerkûkê ya dijî Rêbuwar Talebanî siyasî ye

 Piştî çend rojên borî dadgeha Kerkûkê biryara ceza kirina serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talebanî û 4 endamên din ên encûmenê derxist, îro lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, îro dê li gel Rêbuwar Talebanî, Perwîn Mihemed û Îrfan Kerkûkî bicive.

Vê derbarê de seroka lijneya navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro wek lijne emê mêvandariya serokê encûmena parêzgeha Kerkûkê Rêbuwar Talebanî, Perwîn Mihemed Emîn û Îrfan Kerkûkî bikin û derbarê wê biryara li ser wan hatiye sepandin a ji aliyê dadgeha Kerkûkê ve emê gotûbêj bikin.’’

Herwaha got: ‘’Em wek parlamento û wek lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê wê biryarê red dikin û li gor me ew biryarekî siyasî ye û ji ber wê jî emê kar li ser hilweşandina wê biryarê bikin.’’

 

Basnews

Top