• Monday, 23 February 2026
logo

Îran 16 Çalakvanên Kurd ceza kir

Îran 16 Çalakvanên Kurd ceza kir

Piraniya wan çalakvanên siyasî ne.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengavê, rejîma Îranê berdewame li ser girtin û ceza kirina welatiyên Kurd û Çalakvanên Kurd.

Li gor nûçeya Hengawê bi tenê di meha Gulanê de 16 çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin û li dadgehên rejîmê bêyî ku karibin Parêzer ji xwe re diyar bikin hatine darizandin.

Hengawê eşkere kiriye ku piraniya ev Çalakvanên ku hatine girtin çalakvanên siyasî ne û bi giştî cezayê 27 sal û 3 meh cezaya girtîgehê li gel 7 sal cezayê cemdandî ji wan re hatiye dayîn.

11 ji wan çalakvanan li Sine û 5 çalakvanên din jî li Urmiyeyê ne.

Top