• Monday, 23 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî ligel Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya

Nêçîrvan Barzanî ligel Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 04.06.2022ê, pêşwaziya Cîgira Wezîrê Derve yê Îtalyayê Marina Sereni û şandeya pê re kir.

Di civînekê de, têkiliyên Îtalyayê digel Iraq û Herêma Kurdistanê, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxweya Kurdistanê û metirsiyên teror û tevgerên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê nîşan da ku dixwaze têkiliyên xwe bi Îtalyayê re, di hemû waran de berfirehtir bike û zêdetir hevkarî di navbera her du aliyan de hebe. Di heman demê de, Nêçîrvan Barzanî li ser navê Herêma Kurdistanê, ji bo piştevanî û hevkariyên di warê mirovî û leşkerî de di dema şerê dijî DAIŞê de pêşkêşî Iraq û Herêma Kurdistanê kirine, spasiya Îtalyayê kir.

Her du alî li ser girîngiya hebûna seqamgîriya emnî, siyasî û aborî li Iraqê û pêwîstiya destpêkirina diyalogê ku hemû aliyên Iraqî bigehin li hevtêgihiştinê ku prosesa siyasî ji vê rewşa tê de xetimiye rizgar bikin, hikûmetekê pêk bînin ku nûnertiya xwestekên gel û hemû pêkhateyên Iraqê bike, hevnêrîn bûn.

Sereni dawetnameya Wezîrê Derve yê Îtalyayê da destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku serdana Roma, Paytexta Îtalyayê bike û wê tekezî li ser wê yekê kir ku Rojhilata Navîn, Iraq û Herêma Kurdistanê, di warê girîngîpêdan, geşepêdan û alîkariyan de ji bo Îtalyayê di rêza pêşîn daye û welatê wê bi girîngî ve li Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre.

Di civînê de ku, Balyozê Îtalyayê yê li Iraqê, Konsolê wî welatî yê li Herêma Kurdistanê amade bûn, berhevî û çalakiyên Îtalyayê yên di warê kultûrî û şûnewarnasînê de li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyê û çend mijarên din hatin nirxandin.

 

Basnews

Top