HPGê nasnameyên 3 gerilayan eşkere kir
HPGê nasnameyên 3 gerilayên xwe yên ku di operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di bin navê “Pence-Kilîl” de ku ji bejahî û hewayî ve li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê hatibû destpêkirin de canê xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Baskê leşkerî yê PKKê Hêza Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 25 û 26ê Gulanê de li Herêma Kurdistanê 3 endamên wan canê xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê nasnameya endamên xwe yên li Girê Cûdî ya herêma Zapê di şerê navbera TSK û HPGê de canê xwe ji dest dane bi raya giştî re parve kir.
Nasnameyên PKKyiyên ku canê xwe ji dest dane wiha ne:
Îbrahîm Dînçer, li Edeneyê ji dayik bûye, bi navê kod Cumalî Devran.
Mehmet Aylu, li Mêrdînê ji dayik bûye bi navê kod Tolhildan Karker.
Menaf Elî Îsmaîl, li Qamişloyê ji dayik bûye, bi navê kod Hawar Qamişlo.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îbrahîm Dînçer di sala 2015an de, Mehmet Aylu di sala 2019an de û Menaf Alî Îsmaîl jî di sala 2016an de tevlî rêxistinê bûne.
Rudaw
