• Monday, 23 February 2026
logo

Gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tundtir dibin

Gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê tundtir dibin

Gefên Tirkiyê yên derbarê pêkanîna operasyoneke nû ya serbazî de bo ser çend navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê li navxwe û derveyî Tirkiyê bûn sedema nerazîbûnan. Di demekê de ku Amerîka daxwazê ji Tirkiyê dike bo parastina aramiya navçeyê careke din nebe sedema rakêşiya serbazî li Sûriyê, Tirkiye hincetan tîne û pêdagiriyê dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar got “Em bi ti awayekî li başûrê welatê xwe, li bakurê Sûriyê hebûna `terorîstan` qebûl nakin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje “Li navçeyê hê jî terorîst hene. Li Minbicê hene, li Til Refet hene, li Til Temir hene, bi heman awayî li bakurê rojhilatê Firatê jî hene. Ev gef û êrîş di demekê de ku bi berdewamî zêde dibin, em destgirêdayî ranawestin.”

Ev helwêsta hikûmeta AKPê li nav Tirkiyê bûye sedema nîgeraniyê. HDP, AK Partiyê bi dijminayetîkirina Kurd û piştgirîkirina DAIŞê tohmetbar dike.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan diyar kir “Piştî Herêma Federal a Kurdistana Iraqê, niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin şerekî nû bidin destpêkirin. Li Rojava hewl didin wê nêzîkbûna demokratîk, civakî û kulturî ya di navbera gelan de çêbûye ligel îdareya wê ya demokratîk têk bidin. Ker li ser wê yekê dikin gelo bi derxistina Kurdan ji navçeyê dikarin korîdorekê bo DAIŞê çêbikin.”

Ji aliyekî din ve serokên şeş partiyên opozisyona Tirkiyê bi serokatiya CHPê, di daxuyaniyekê de ku roja 30ê Gulanê piştî pêncemîn civîna xwe ya li Enqerê belav kirine, ti helwêstek dijî wê operasyonê pêşan nedane ku Tirkiye binêt e li Rojavayê Kurdistanê bike, tenê daxwaz ji hikûmetê kirine, derbarê armanc û dema wê operasyonê de zanyariyan bide wan.

 

 

Rudaw

Top