• Monday, 23 February 2026
logo

Hulusî Akar têkildarî êrîşa ser Rojava: Artêşa Tirkiyê amade ye

Hulusî Akar têkildarî êrîşa ser Rojava: Artêşa Tirkiyê amade ye

 Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê û YPGê dubare kir û ragihand, “em bi ti awayî hebûna terorîstan li başûrê welatê xwe û li bakurê Sûriyê qebûl nakin.”

Hulusî Akar ku bi serdaneke fermî li Îmaratê ye, ji aliyê Serokê Îmaratê û Emîrê Ebû Dabiyê Şêx Muhammed Bin Zayed Al Nahyanê ve hat pêşwazîkirin.

Akar ku piştî 15 salan yekemîn wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ye serdana Îmaratê dike, herwiha bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Berevaniyê yê Îmaratê Mihemed Bin Ehmad Al Bowardi re hevdîtin pêk anî.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê li Îmaratê gefên Tirkiyê bo pêkanîna operasyoneke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dubare kir û ragihand, li başûrê Tirkiyê 'korîdoreke terorê' dihat avakirin, lê “me diyar kir ku em dê destûrê nedin wan û ev ji bo ewlehiya welatê me însiyatîfên pir nerehet û xeternak in. Em duh û îro di heman fikrê de ne, em heman nirxandinê dikin.”

Akar derbarê operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyê de jî got, “Tekane armanca me ji van çalakiyan dabînkirina ewlehiya welat, netewe û sînorên xwe ye.”

Akar amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye ti cudahiyekê di navbera PKK û YPGê de nake û got, “Di hevdîtinên ku me bi muxatebên xwe re kirin de, me bi hemû delîlên xwe yên şênber, bi berfirehî eşkere kir ku PKK heman YPG ye û YPG jî PKK ye. Divê her kes vê mijarê, helwesta me fêm bike. Em bi ti awayî hebûna terorîstan li başûrê welatê xwe li bakurê Sûriyê qebûl nakin. Kî li pişt terorîstan be bila bibe, em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bi biryardarî bidomînin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê diyar kir ku ew rêzê li yekîtiya axê û serweriya welatên cîranên xwe digirin û got, “Ji bo me ti cudahiya etnîkî, olî û mezhebî di navbera terorê û terorîstan de nîne.”

Hulusî Akar têkildarî dema operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê jî axivî û da xuyakirin, “Hêzên Çekdar ên Tirk bi personel, amûr, çek û cebilxaneyên xwe û bi moral, motîvasyon û ezmûna xwe ya bilind ji bo her erkekî amade ye. Di vî warî de bi biryar û jêhatî ye.”

 

 

Rudaw

Top