Li Kerkûkê berpirsekî polîs hat girtin
Li Kerkûkê berpirsekî polîs ji ber gendeliyê hat girtin.
Efserekî polîsê Kerkûkê bi navê Yûsif Salih ji BasNewsê re got, îro berpirsê binkeya polîs ya Erefe li Kerkûkê, Zeyd Adil hat girtin.
Wî efserî li ser sebeba girtina wî jî got, wî berpirsê polîs li hember wergirtina bertîl, destkariya dosyeya tohmetbarekî kiribû, ji ber wê jî hat girtin.
Basnews
